
Dihat çaverêkirin ku di meha Çileyê de, enflasyon dê zêde bibe, û wisa jî bû.
Di meha Çileyê de, bihayê xêrîdaran ji sedî 0.56 zêde bû. Bihayê hilberîn û îmalatê jî, ji sedî 0.38 zêde bû.
Li gor van reqeman, enflasyona salê, di bihayê xêrîdaran de, xwe, weke ji sedî 10.61 nîşan da, di bihayê hilberîneran de jî, bû ji sedî 11,13.
Di bihayê xêrîdaran de, herî zêde wexwarinên bi alkol û tütün biha bû. Bihayê van, ji sedî 18.53, zêde bû.
Bihayê xûrekan de jî, zêdetir bû. Di meha Çileyê de, bi bihabûna ji sedî 34.58 ve, xiyar serî dikşîne.
Li pey xiyar; bîleta pîyangoyê, sayisal loto û kelem tê.
Ya ku herî zêde erzan bû jî, karnibahar e, yane gulkelem e.
Li dû gulkelem; firengî, caketa mêran û çîzmeya jinan tê.