
Lîstîkvanê rêzefîlmê Cem Kurtoglu got ku, "ez difikrim ku, di heyama ku hêzên tarî ji bo xirakirina yekitiyê dixebitin de, em wezîfek pirr giring tînin cih. "
Li Cizîrê di zemanekê de, di dîroka kurd de eşqa herî kur û zelal, destana 'Mem û Zîn' dihate jiyîn. Şêx Ehmedê Xanî yê Colemergî(Hakkari) yê ku di dinyayê de navdar, piştî 250 salan çû Cizîrê û wê destanê bêdawî kir. Berhem, li ser zimanê Erebî, Farisî, Almanî, Fransî û Rusî ve hatiye wergerandin. Di sala borî de jî ji aliyê Wezareta Çandê ya Turkiyê ve wergerandine Tirkî.
Derhênerê rezêfilmê Aytekin Mert bal dikişe ku; Şex Ehmedê Xanî behsa derbasbûna ji eşqê mecazî, li eşqê îlahî dike û peyamên pirr giring dide. Mert bibîranî ku Xanî di nîva duyemîna sedsala 17'emîn de jiyaye û wiha pêde çû: "kincên di rêzefîlmê de li gor zemanê me hatin nûkirin. Di aliyê dîtbariyê de hin guherîn hene. Lêbelê em, ji bo şexs-ê ma'newî sadik man. ji ber vê navê rêzefîlmê me wek 'Siya Mem û Zîn' hilbijart." Mert axivî ku, ji bo kişandina rêzefîmê li Arapgira Malatyayê gelek cihan geriyane. Li gor axaftina wî, xelqê Malatyayê ji xebatên rêzefîlmê re gelek eleqeder bûne û dê di rêzefîlmê de jî rol bigirin. Şaredarê Arapgirê Haluk Comertoglu jî diyarkir ku; tevî hêj rêzefîlmê dest ne pê kiriye gelek alîkarî daye herêmê. Comertoglu hêvî dike ku, bi wesîleya rêzefîlmê dibe ku, herêm ji bo turîzmê geş bibe.
Li cîhê seta rêzefîlmê li Konaxa Arapgîrê jî, kelecana kişandinên rêzefîlmê heye. Serlîstîkvanê rêzefîlmê Cem Kurtoglu di fîlmê de rola Mîr de ye û wek birayê Zînê dileyîze. Kurdoglu rêzefîlm nirxand û wiha got: " ez gelek dilşadim ku, di konjonktura roja me de di nav karek wiha de cih digirim." Lîstikvana ku di rola Zînê de dileyîzî, Yaprak Duymaz jî bilêv kir ku, eleqederiya wê ya ji kurdî re bi rêzefîlmê re dest pê kiriye.