Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Rêzefîlm Wê Bê Ser Ekranê TRT 6ê

Rêzefîlm Wê Bê Ser Ekranê TRT 6’ê

Mem û Zîn berhema herî girîng ya edebiyat û çanda Kurdî ye. Ev destana evînê ya Ehmedê Xanî, li ser ekranê TRT 6’ê dibe rêzefîlmek. Senaryo li gorî orjînala destanê hate amadekirin lê rêzefîlm ne wisa ye, wê di dema îro de derbas bibe. Fêzefîlm li Arapgira Meletiyê têye kişandin. Beşa yekem qediya, niha amadehiyên dawî têne kirin.

Xeberê Payke

TRT 6 ji destpêkê pêve her tim bi projeyên nû derdikeve hemberî temaşevanan.

Pêşî  sîtkoma ewil ya bi zinamenê kurdî Cîran Ciran dest pê kir. Niha jî cara pêşî  rêzefîlmeka dramayê bi zimanê kurdî têye kişandin

Ji bo mijara rêzefîlmê jî destana evînê ya navdar ya Ahmedê Xanê Mem û Zîn hate hilbijartin.

Çiroka Mem û Zînê li Cizîrê derbas dibe. Şûna kişandina rêzefilmê jî, ji bo ku derdora wê dişibe Cizîrê û hê jî sirûşta wê xera nebûye, weke Arapgîra Meletiyê hate diyarkirin.

 Qeydên rêzefilmê ew meheke ku didomin.  Di rêzelfilmê de Mem û Zîn ji aliye 2 lîstikvanên ciwan û nû ve têne lîstin. Bilal Yörük Memê; Yaprak Durmaz jî Zînê dilîze.

Di rolên din yên sereke de Listikvanên navdar hene.  Süleyman Karadaq rola Beko, Cem Kurdoğlu rola Mîr, Cenîz Toprak Tacdîn, Özlem Maden Sitî, Salim Kadicik Musa, Abdulkadir Kirici Nasir, Mehmet Nesim Aslanci Şiyar, Aysun Güven jî rola Gulê dilîze.

Senaryo li gorî berhama Ahmedê xanê hate amadekirin. Lê rêzefilm weke kevnare ne, weke nûjen têye kişandin. Çiroka Mem û Zînê di dema niha de derbas dibe.

Lîstikvan ji bo ku beşdarî projeyek ew qas mezin û girîng dibin, him di nav kelecanê de ne, him jî pirr dilşad in.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 22 Şubat 2012 09:50
DÎROKA SAZKIRINÊ : 22 Şubat 2012 10:12
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri