
Serokê Herêma Kurdan ya Iraqê Mesûd Marzanî li hewlêrê di civîna salvegera damezrandina komara mahabatê de axivî. Barzanî wiha bangî rêxistina kir û got, ji bo ku pêşiya dîyalox û aşitiyê vebe, divê rêxistin çek dayne.
Serokê Herêma Kurdan ya İraqê Mesûd Barzanî, Serokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demirtaş û gelek Kurd li Hewlêrê di civîna salvegera damezrandina Komara Mehabadê de hatin bahev.
Di civînê de qonferansa netewî ya Kurdan dîsa hat rojevê. Lewra ev 3 sale tê plan kirin civîn were kirin.
Mesud Barzanî derheqê lidarxistina vê civînê de daxuyaniyek girîng da û wiha got: “Heke rêxistin dev ji çekan berde û ji bo dîyalox û aşitiyê samîmiyeta xwe nîşan bide, em dikarin civîna navborî hersal weke kevneşopiyekê lidarbixin. Ya ji wê girîngtir eve ku, ger orgut dest ji çekan berde wê dîyalog û aştiyê re fersend derkeve holê.