
Li Meksîkayê di girtigehekî de mehkûman serî hildan. Di serhildanê de 44 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyar kirin Li Eyaleta Nuevo Leonê, leca ku di navbera girtiyan de derketiye paşê vegeriyaye serhildanê.
Tîmên ewlekariyê, piştî çend seetan Serhildan girtin bin qontrolê lê 44 kes jiyana xwe ji dest dan.
Mirovên girtiyan jî li derdorê girtigehê kom bûn û xwestin ku bila navên miriyan bên eşkere kirin.
Rayedar diyar kirin ku ji bo bi dest xistina qontrola girtigehê, di navbera çete û bazirganên tiryakê de car caran pevçûnên wiha bixwîn derdikevin.