Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Êrîşa Xwekujiyê

Êrîşa Xwekujiyê

Di êrîşê de 19 kes can dan

Xeberê Payke

Li Iraqê tundî ranaweste. Li Baxdatê di êrîşa ku xwendekarên akademiya polîsan ji xwe re, hedef girtibû de, 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn.

 Li Iraqê êrîşên xwekujiyê bûye tirsa herî mezin a gelê İraqê. Lewra di deh salên dawî di van êrîşan de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Ji van êrîşan yek jî duh qewimî.

Di êrîşa ku vê carê li Baxdatê xwendekarên akademiya polîsan  ên nêzî wezaratê navxweyî  ji xwe re kiribû hedef de, 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn.

Hîn kesî ev êrîş negirt ser xwe. Rayedar diyar dikin ku bi gumana wan ev êrîş ji aliyê rêxitinê terorê  El kaîdeyê ve, hatiye kirin

Pisporên ewlekariyê di rapora ku di hefteya borî berevkirin de diyar kirin ku gefa El Kaîdeyê hê dewam dike û wiha pê de çûn. El kaîde axên İraqê ji bona piştgiriyê bide şoreşa Sûriyê, bi kar tîne.

Ji aliyê din ve serokatiya İraqê biryara daliqandina 33 kesên ku di çalakiyên terorê de cih girtine erê kir.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 19 Şubat 2012 17:21
DÎROKA SAZKIRINÊ : 19 Şubat 2012 17:21
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri