Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Li Amerîkayê Doza Dîrokî

Li Amerîkayê Doza Dîrokî

Wê tezmînatê bidin cotkarên reşik

Xeberê Payke

Wezareta Çandiniyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  ji ber ku li dijî cotkarên reşîk cûdatî kiriye, wê tezmînatek rekor bide. Ev doz ji bo reşikên amerîkayi xwedî wateyek gelek girînge. Dewleta Amerîkayê jî dixwaze ku bi wan re li hev were.

Di navbera salên 1981 û 1996an de bi hezaran çotkarên reşik ji ber ku Wezareta Çandiniyê li dijî wan cûdatiyê kirine, hatibûn cem hev û doz vekiribûn. Di dozê de hatin kiliya dawî.

Dewleta Amerîkayê qebûl kir ku li dijî cotkarên reşik cûdatî kirine û wê tezmînatê jî bide.

Li gor vê dewlet bi tevahî milyarek û 250 mîlyon dolar tezmînat wê bide cotkaran.

Parêzerên dozdaran dest nişan kirin ku wê demê forma serlêdana qrediyê jî nedane cotkarên reşik, loma nekarîne qredî bistînin û ji  ber vê jî erd û zeviyên xwe winda kirine, him maddî û manevî zirar kirine.

Parêzer bibîr tînin ku wê demê Wezareta Çandiniyê bi milyar dolaran qredî daye cotkarên spî.

Niha di dozê de dewlet û cotkarên reşik li hev hatin. Li gor vê cotkarên ku li dijî wan cûdatî hatine kirin, heta meha gulanê ji bo tezmînatê wê bikaribin serî lê bidin.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 22 Şubat 2012 10:44
DÎROKA SAZKIRINÊ : 22 Şubat 2012 10:44
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri