Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Li ÎSpanyayê Çalakî

Li ÎSpanyayê Çalakî

Ji ber reforma kar meşiyan

Xeberê Payke

Li Îspanyayê, piştî tevdîrên dawî yên aboriyê, bi hezaran kes, ji ber hinceta ku ev tevdîr zirarê dide mafên karkeran, daketin kolanan. Li frankfurta almanyayê jî wezîfedarên balafirgehê dest bi karberdanê kirin û ev yek jî di be sêdema tengasiyê.

Li Îspanyayê, bi deh hezaran kes ji bo  protesto kirina  zagona nû ya kar daketin kûçeyan.

Çalaki li 57 bajêran, bi awayekî hevdem destpêkir û ji van çalakiyan ya herî mezin jî, li peytext Madrîdê hat li darxistin.

Bi hezaran kes li navenda bajêr kom bûn û tevahiya partiyên sîyasî û banqe, bi zimanekî tund  protesto kirin û banga karberdana giştî kirin.

Li gor hiqûmeta kevneperest ya ku di mijdara bihorî de desthilatdarî bidest xist, ji bo daketina  rêjeya bêkariyê ya ku gihaştiye ji sedî 23yan. reform şertin.

Di nav 17 endamên herêma avroyê de, rêjeya bêkariyê herî zêde li Îspanyayê bilind e.  Tê çaverê kirin ku, îsal li Îspanyayê dîsa rawestîn hebe.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 20 Şubat 2012 14:35
DÎROKA SAZKIRINÊ : 20 Şubat 2012 14:35
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri