
Washingtonê lêborîn xwest, rayedarên NATOyê jî got emê lêpirsîne dest pê bikin dîsa jî hêrsa gelê Efxanî bi tu avayî nakeve.
Bi hezaran kes tevlî nimayîşê bûn, û sloganê wek “ Bi Amerikayê re Mirin” “Bi Qarzaî re Mirin” hat avêtin.
Numayîşa li Qabîlê, agir berdan ser mazuvanxaneya ku xebatkarên biyanî tê de diman. Rêya Qabîl û Celalabadê hat girtin
Balyozxaneya Amerîkanê yê Qabîlê bi xebatkaran re got “dernekevin derva”.
Di numayîşa li herêma Logarê de, sedan kes li ber binaya walîtiyê ve meşîn, û bina dane ber keviran
Li bajarê Celalabadê jî alayên Emerîka, tankerên sûtemeniyê yên ku nêzî balafirgehê û peykerên Serokê Emerîka Barack Obama sotin
Di parlementoya Efxanistanê de jî hin parlementeran dij Emerika sloganên/dirûşmeyên mirinê avêtin...
Li Efxanistanê, xebatkerên li Ussa Bagramê parçeyên Qur'anê yên hatini sotin dîtibûn û paşde bûyer destpêkiribûn...
di sala borî de jî li Emerika papazekê Qur'an sotibû, ji ber vê protesto destpêkiribûn....di protestoyan de li Efxanistanê 24 kesan jiyana xwe ji dest dabûn