
Li Şanliurfayê, xwîndarîya di navbera 2 malbatan de, bi dilşadiyê qediya. Herdu malbat, di xwarina aştîyê de hatin ba hev. Aqilmend û rîspiyên herêmê, ji bo ku aşitî pêk were xebatek şidyayî meşandin.
Li Şanliurfayê xwîndariya di navbera malbata Kurt û Yilmaz de, nêzî salekê beriya niha dest pêkir.
Rîspiyên herêmê, ji bo ku bûyer mezin nebe, herdu malbat anîn bahev.
Di otelek mezin de xwarin hat dayîn û her wiha Xwîndariya di navbera malbatan de bi dawî bû.
Li cihek û bajarek ku ewqas pêxember û ewliya jiyaye, kujerî û xwîndarî qet ne tiştek baş e. Ez pêşî, herdu malbetên ku ev ne xweşiya navbera xwe rakirin, pîroz dikim, spas dikim. înşaallah, ev aştî hêdî hêdî wê belavî hemû welêt bibe.