Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Xilaskirina Nexweşekî

Xilaskirina Nexweşekî

6 seet têkoşîn

Xeberê Payke

Ji ber şert û mercên hewayê rê têne girtin û  ji ber vê yekê jî nexweş  bi zor û zehmetî digîhêjin nexweşxanê. Li vanê nexweşekî ku bêhna wî diçike, piştî 6 saetan ji aliyê wezîfedarên tendurîstiyê ve hate xilas kirin.

Rêya gundê Seydibey yê girêdayî navçeya Özalpê, ji ber berfa zêde girtî bû.

Hat ragihandin ku bêhna Ebubekir Kiliç diçike û divê demildest wî rakin nexweşxaneyekê.

Rêya gund ya girtî ji aliyê tîmên rêbejê ve hatibû vekirin Lê piştî bahoz û pûke dîsa rêya gund hate girtin. Vêcarê tîma tendurîstiyê ketin dewrê.

Ambulansa bi palet, Ji bo ku bigîhêje nexweş , bi rê ket.

Piştî 6 saetan rêya gund, ji çûnûhatine re hate vekirin.

Tîmênên ku gihîştin nexweş Ebubekir Kiliç, mudaxalaya ewil li malê kirin.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 21 Şubat 2012 15:03
DÎROKA SAZKIRINÊ : 21 Şubat 2012 15:03
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri