Kiliçdaroğlu: Daxuyanî Çima Sererkaniyê Kir?
Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroğlu derbarê bûyera Uludereyê de bang li serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan û hikûmetê kir ku, bila lêborînê bixwazin. Kiliçdaroğlu, ji ber ku derbarê bûyera Uludereyê de sererkaniyê daxuyanî da, hikûmet rexne kir û got: ma wezîrê parastinê yê vê dewletê tune ye, serokwezîrê vê dewletê tune ye? Çima sererkanî daxuyanî dide?