Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Gelo Kî Dê Bibe Serokê Qongreyê

Gelo Kî Dê Bibe Serokê Qongreyê

Qongreya CHPê nêz dibe, lê teşqeleya nav CHPê jî zêde dibe. Niha jî, mijara sereke, serokatiya qongrê ye. Gelo wê kî bibe serok, ev ne diyar e. Lê ya eşkere ewe ku, di CHPê de niqaşeke din dest pê kir.

Xeberê Payke

Qogreya rêziknamê ya CHPê, di 26’ê Sibatê de, dê bê kirin. Lê niqaşeke din dest pê kir: Ew jî serokatıya dîwana qongrê ye. Li gor xeberan, Kılıçodaroğlu dixwaze Adnan Keskin bibe serokê dîwanê û pêşniyara xwe jî, ji Adnan Keskin re eşkere kir. Lê Deniz Baykal dixwazi bibe serokê dîwanê. 

Mijar ji Deniz Baykal hat pirsîn. Baykal, xeberên wisa derewand.

Deniz Baykal:  “  En tişt ne rast e. Ez ne li Metin Feyzioğlu û ne jî li Adnan Keskin geriyam. Lê rast e li ser telefona wan , bi telefonê de bi wan re axifîm. Lê min bi teqez ji wan tiştek nexwastiye û ne jî min got bila serokê giştî li min bigere an jî bila birêz Adnan Keskin vekişe.

Lê Adnan Keskin, Baykal derewand, gotinên berevajî gotinên Baykal bilêv kir.

Adnan Keskîn “ hevalan got ku birêz denîz dixwaze bi te re biaxive. Ez lê geriyam û ji min re got ser xêrê be. Birêz Denîz Beg bi min re got, rewşa partiyê ne baş e, hewceye ku ev partî were berhev kirin û ezê bi serokê giştî re biaxifim. Ez dixwazim li Kurultayê bibim serokê dîwanê. Dema ku ez çûm cem serokê giştî, ger ji min re bêje ku min soz daye Adnan Keskîn, tu jî li gor vê yekê xwe amade bike.”

Parlamenterê Denizliyê Adnan Keskin, bertek nîşanî Baykal da.

Adnan Keskîn : Birêz Denîz Baykal li gor xwe hinek rêbaz amadekiriye lê, ne mimkûne ku ez direwan bikim. Ez şaş mam,  min texmîn nedikir ku tiştek wisa bêje. Ez 12 sal berê jê veqetiyam û niha dibinim ku ev biryar çiqas  rast bûye”

DÎROKA LÊKIRINÊ : 17 Şubat 2012 10:29
DÎROKA SAZKIRINÊ : 17 Şubat 2012 10:29
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri