
Lêpirsîna 28ê sibatê, serdozgeriya komarê ya Ankarayê dimeşîne û di vê lêpirsînê de gava ewil hat avêtin.
Dozgerê Xwedî Rayeya Taybet Mustafa Bilgili, yê ku lêpirsînê dimeşîne, beriya gazîkirina gumanbaran, li 4 kesan weke şahîd guhdarî kir.
Bilgili, ji ber ku ev kes personêlên hêzên çekdar in, nivîsek şand fermandariya navendê û xwest ku ev kesan werin dozgeriyê.
Bi destûra fermandariya navendê ve 4 kes hatin dozgeriyê û wekî şahîd îfade dan.
Hat zanîn ku ev 4 kesên ku îfade dan dozgeriyê, biryarên 28ê sibatê yên MGKyê, nivîsandine.
Tê îfade kirin ku di wê heyamê de wazîfedarên sivîl, di gelek civînên ku têde niqaş zêde derdiketin de, wazîfe girtine.
Tê çaverê kirin ku dozger Mustafa Bilgili yê ku lêpirsînê dimeşîne, li kesên heman wazîfe kirine û siyasetmedarên wê heyamê jî dê guhdar bike.