
Rûniştina Derbarê Doza Şîkeya Fitbolê Li Dadxaneya Îstanbulê Ya Li Çaglayanê Berdewam e.Daxwaza Bêrayetî û ne Wazîfetiyê Ya Parêzerên Bersûçan Nehat Qebûl Kirin.
Doza ku li Sîlîwriyê dest pê kiribû, piştî ku roja înê xwendina doznameyê qediya, îro li dadxaneya îstanbulê didome.
Bersûç di nava tevdîrên ber fireh de anîn dadxaneyê.
Li derdorê dadxaneyê jî tevdîrên berfireh hebûn.
Di doza ku 23 jê girtî bi tevahî 93 bersûç têde têne darisandin de, îro rûniştina 5’emîn têye kirin.
Di rûniştinê de pêşî daxwazên parêzerên bersûçan, yên bêrayetî û newezîfedariyê hatin girtin. Lê dadgehê ev daxwazan qebûl nekir.
Piştî vê biryarê bersûçê yekemin Olgun Peker dest bi parastina xwe kir.
Di dema rûniştinê de alîgirên tîma fenerbaxçe jî li ber dadxaneyê kom bûn û piştgîrî dan bersûçan.