
Di futbolê de hêcana lîga Uefa Ewropayê berdewam e. Beşiktaş di maça rövanş a tura duyemin a lîga ewrupayê de sibê derdikebe pêşberî tima portekizê baragayê. Tîma rex û spî, beriya maça duyem xwdî awantajek mezin e.
Beşîktaşê ku li deplasmanê dijberê xwe bi 2 û 0 têk bir, wê bi avantaja maça ewil derkebe qadê.
Nûnerê me, ger bi cudatîya golekî têk biçe jî, wê turê derbas bike.
Di tîma reş û spîyan de tê çaverêkirin ku Egemen Korkmazê ku ji seqetîyê filitî wê formeyê lixwe bike
Di tîma mêvan de jî Barbossayê ku di maça ewil de bi kerta sor ji lîystikê hat avêtin wê forme lixwe neke.
Beşîktaşê beriya pêşbirkê xebata xwe ya dawîyê saet di 6’ê êvarê de li tesîsên Nevzat Demîr kir.
Dîrektorê teknîkî Carlos Carvalhal jî beriya antrenmanê civîneka çapemenîyê lidarxist û got, em bi xwe bawer in.
Tîma Portekîzê Baraga jî, antrenmana xwe ya dawîyê îşev li stada İnonîyê ya ku maç wê lê were lîystin bike.
Hekemê kaça Beşîktaş û Bragayê ya ku saet 22:05 an de wê dest pê bike, ji federasyona Futbolê ya Macarîstanê İstvan Vad e.
Ger Beşîktaş zora Bragayê bibe, ji sezona 2009 û 2010 vir de cara ewil di organizasyona lîga Ewrupa ya Uefayê de wê têkeve nav 16 tîmên dawî.