
Boksorê Îngîlîz İsora Û Şampîyonê Boksê Yê Ukraynayî Vîtalî Klîçko, Ji Bo Maça Ûnvanê Derketin Rîngê Û İsora Têkçû. Heta Vira Her Tişt Di Rê Da Bû..Lê Piştî Ku Boksorê Têkçûyî Derket Civîna Çapemeniyê, Her Tişt Tevli Hev Bû. Ji Nişkeva Hevdu Dan Ber Kulman Û Ew Dem Wiha Hat Qeyd Kirin
Civîna çapemeniyê ya Dereck Chisora mohra xwe danî ser dîroka boksê.
Chisaro yek û yek sedemên têkçûyina xwe eşkere dikir. Her tişt asayî bû.
Lê dema şampîyonê boksê yê berê David Haye derheqê Chisora de tiştên nebaş got, her der vegeriya rînga boksê. Lewra David haye jî li hemberî Chisora têkçûbû.
Li ser vê Chisora pir hêrs bû û got; heke David haye dixwaze derkeve hemberî boksorekî baş, bila derkeve hemberî min.
Piştî vê Chisora û David haye rabûn ser pêyan û hevdu dan ber mistan.
Yên çûn berevaniyê jî dan ber mistan. Her der ji nişka ve tevlihev bû. her wiha civîna çapemeniyê jî derbazî dîroka boksê bû.