Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Emeliyeta Kezeba(ciger) Reş Li Tatvanê Cara Ewil Hat Kirin

Emeliyeta Kezeba(ciger) Reş Li Tatvanê Cara Ewil Hat Kirin

Li Tatvana Bitlisê, cara ewil emeliyeta kezeba reş hate kirin. Emeliyet gelek baş derbas bû. niha rewşa nexwêş, gelek baş e.

Xeberê Payke

Piştî ku li herêma rojhilat sermayexistinên tenduristiyê hatin zêde kirin û qadroyên pêwîst hatin tayîn kirin, emeliyetên gelek girîng jî êdî li bajarên rojhilatê tên kirin.

Xeberek xweş û balkêş, herî dawî ji Tatvana Bitlisê hat. Keçikek 18 salî ya ji Patnosa Agriyê, bi gazinca zikêşê hat nexweşxanê. Lê piştî tetkik û lêkolînan, hat tespit kirin ku, di kezeba nexweş de, kîst heye.

Li ser vê yekê, Dixtorên pispor Esra Ayhan û Yucel Yuksel, biryar dan ku vê emeliyetê, li Tatvanê bikin.

Emeliyet piştî 2 seetan qediya. Kîst, bi awayeke serkeftê hat jêbirin.

Herdu bijîşkan jî diyar kirin ku, emeliyet gelek baş derbas bûye û rewşa nexweş gelek baş e.

Ji ber ku keçika wan ji êşa xwe xilas bû û emeliyetek gelek baş derbas kir, bav Celaleddin Keşer û dayik Perizade Keşer jî gelek dilşad û bextewar in.

Serdixtorê Nexweşxaneya Dewletê ya Tatvanê Reha Sermed Aygoren jî, ji ber ku emeliyetek wisa girîng û giran, li Tatvanê hat kirin, gelek kêfxweş bû û her du dixtor pîroz kir.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 17 Şubat 2012 16:25
DÎROKA SAZKIRINÊ : 17 Şubat 2012 16:31
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri