
Hinara Zîvzîkê, bi aromaya xwe ya taybet û organik tê tercih kirin. Ev hinar, li Zîvzîk û li 8 gundên derdora wê yên navçeya Şervanê tên gihandin. Ev hinar li hemû Türkiyeyê tê naskirin û di bazaran de cîh digre.
Hinara Zîvzîkê bi mehan tê veşartin û tu tişt pê naye. Çiqas dem li ser bibihure, ewqas hêja dibe. Karsaz Seyfettin Onguluyê Siirtî(Sêrt), ji bo ava hinara Zîvzîkê bidest bixe û di şûşeyan de bifiroşe, dest bi xebatan kir.
Seyfettin Ongulu :Hinara me ya Zîvzîkê, ji sed sed siruştî û organîk e. Bi tu awayî madeyên kîmyasal di nav de tune ne. Bi sedan salan e, ji bav û kalên me weke siruştî ji me re maye. Ev fêkiyeke Sêrtê ya herî navdar e. Em jî hinara Zivzikê bê madeyên kîmyasal texin nav şûşeyan û weke pastorîze ji bo gelê xwe amade bikin.