Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Amerîka Û Rusya Gotin Li Îranê Nede

Amerîka Û Rusya Gotin Li Îranê Nede

Îsraîl Got: “Ew Karê We Nîne”

Xeberê Payke

Plana Îsraîlê ya êrîş kirina li Îranê di rojeva raya giştî ya cîhanê de cîh digre. Rusya hişyar kir “Êrîşkirina Îranê wê pêşî li bobelatek Veke”, Îsraîl jî wiha bersîv da: “ew karê we nîne.”

Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji Îsraîlê re hişyariyek jî ji Rusyayê hat.

Wezareta Karên Derve ya Rusyayê di daxuyaniyek de hişyarî da, êrîşek eskerî ya li Îranê, “Him ji herêmê re, him ji sîstema pêwendiyên navnetewî re wê bibe bobelatek.” Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em hêvî dikin Îsraîl dizane ku encama erîşek wiha dê çibibe.”  

Îsraîl jî ragihand ku wê guh nede hişyariyên Rusya û Amerîkayê.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman vegot ku “Zordariya welatên biyanî” wê tesir nede ser biryara me ya derbarê Îranê.

Lieberman di derbarê hişyariya Amerîka û Rusyayê de wiha axivî: “Ew karê wan nîne, pêşeroja Dewleta Îsraîlê di bin berpirsiyariya hikûmeta Îsraîlê de ye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çend roj beriya niha hişyarî dabû Îsraîl ku bila “êrîşê Îranê neke.”

DÎROKA LÊKIRINÊ : 23 Şubat 2012 10:21
DÎROKA SAZKIRINÊ : 23 Şubat 2012 10:21
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri