
Balafirgeh vegeriya golê û av jî venakişiya.
Hatibû îdiakirin ku qapaxên Bendava Zeyzumê ya li ser çemê Asiyê vebûne.
Ji ber xetereyê qapaxên benda Tahtaköprü ya li Reyhanliyê jî hatin vekirin.
Bi vekirina qapaxên Bendavan ve ava li Balafirgeha Hatayê zêdetir bû.
Ji ber avê Balafirgeha Hatayê heta 26’ê sibatê hate girtin
Li Balafirgeha Hatayê valakirina avê jî pirsgirêkek mezin e.
Gihandin bi kelekên piçûk û traqtoran têye kirin.
Ji ber lehiyê li gundê Karacanlika Reyhanê dibistan 2 roj hatin betlane kirin
Li gundê Karacanlik, Varişli û Kumtepe yên kêleka çemê Asiyê, gelek mal û erd tev di binê avê de man.