
Bajarê dîrokî Mardîn ji hundir û ji derveyî welêt bala gerokan dikşîne. Ji ber ku çun u hatin zehf bun, balafirgeh hat fireh kirin û pîsteka nû lê hat zêde kirin. Merasîma vekirina pîstên nû û çêkirina termînalê bi beşdariya siyasetmedaran û gelê mêrdînê hat kirin.
Mêrdîn di van salên dawî de bi dîroka xwe ya kevnar û bi berhemên xwe yên cihêreng bala hemû kesî dikşîne ser xwe.
Bi hinceta vê yekê him ji hundirê welêt him jî ji derveyî welêt gelek kes ji bona lê bigerin tên Mêrdînê.
Ji ber ku gerokên ku ji derwelêt tên, di hatina Mêrdînê de tengasî dikşandin wezareta ragihandinê beriya 8 mehan di balafira Mêrdînê de dest bi xebata firehkirinê kiribû.
Dema xebatên çêkirin û firehkirinê dewam dikirin xelkê Mêrdînê piçûk be jî tengasî kişandin lê belê niha dibêjin, lê hêja ye.
Her wiha vê heftê xebat hatin qedandin û balafirgeha bajêr bi pîsta ku rasterast ji derwelêt wê gerok lê dakevin û bi termînala fireh ve,dest bi xizmetê kir.
Dihat payîn ku xebat salekê bikşîne lê karê firehkirinê di 9 mehan de bi dawî bû. Gelê Mêrdînê jî ji vê vekirina zû pirr kêfxweş man
Vekirin bi beşdariya wezîrê ragihandinê û parlementerên Mêrdînê ve hat kirin. Parlementer Abdurrahim Akdag diyar kir ku ev balafirgeh hejmara turistên ku wê bên Mêrdinê zêde bike û aboriya bajêr xurtir bike.