Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Bihayên Gazê

Bihayên Gazê

Yildiz: Daxwaz zêde ye

Xeberê Payke

Zivistanek sar heye û daxwaza gaza sirûştî jî zêde ye. Gelo bihayê gaza sirûştî wê zêde bibe an na? Wezîrê Vejenê Taner Yildiz got,  em hêvî dikin ku zem tunebe,  lê divê dîsa jî em dest jî tevdîran bernedin.

Li dinyayê îsal zivistanek sar heye.

Wezîrê Vejenê Taner Yildiz diyar kir ku li dinyayê zivistanek sar, wekî çaxên qeşayî heye û qala îxtîmala zêdebûna bihayê gaza sirûştî jî kir.

Taner Yildiz: “ Me li Türkiye zema gaza sirûştî ya ji sedî 14 dît. Zivistan îsal gelek sar e û daxwaza gaza sirûştî jî zêde ye. Di 2012an de daxwaza gaza sirûştî gişt 48 milyar mîtrokupê. Ez  dixwaz im ku bihayê gazê dê kêm bibe, lê li gor van şert û mercên Türkiye’yê  divê dîsa em bi tedarik bin”.

Wezîrê Vejenê Taner Yildiz bibîrxist ku  Türkiye ji derve bi dovîzê neft û gaza sirûştî dikire û bi lîreyên Turk  difiroşe û ev jî bûye sedama zirara bazirganiyê.

Taner Yildiz : Divê  em tevdîra van hemû tiştan bigrin. Û em nehêlin ku bandora neyînî dê bide li ser welatiyan. Niha hemû hewl û xebatên me ji bo vê yekê ye. Ji vir pê ve armancek me ya wisa tune ku em ceyran û gaza sirûştê bi dovîzan ji derve bikirin.”

DÎROKA LÊKIRINÊ : 22 Şubat 2012 15:34
DÎROKA SAZKIRINÊ : 22 Şubat 2012 15:34
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri