
Duh êrîşkarekî, bi tifinga pompeyî, êrîşî xwendekaran kiribû û 2 xwendekaran can dabû, yek jî giran birîndar bibû. Êrîşkar, piştî êrîşê reviya bû. Êrîşkar, îro li bexçeya wê dibistanê, weke mirû hat dîtin. Hat zanîn ku, êrîşkar xwe kuştiye.
Gumanbar Sînan Dursun ê ku li navçeya Kadirliyê bi çek erîş li ser servîsa xwendekaran kiribû, piştî êrîşê rewiya bû.
Gumanbar serê sibê li polîs geriya û got, ez li bexçeya dibistana keçikan im.
Gava ku polîs çûn dibistanê, rastî termê gumanbar hatin.
Di lêkolînê de derket holê ku,gumanbar bi çeka ku di erîşê de bikaniye, xwe kuştiye.
Duh eriş li ser Servîsa xwendekaran de hatibu kirin û di buyerê de Fatmanur Gedik û Fatmagül Yalçin can dabû. Rümeysa Demirel jî birîndar bibu.