
Xwendekarên Muşê di vê zivistana dijwar de miriyên erdheja Wan û Uludereyê ji bîr nekirin.
Mewlûda pîroz ji bo miriyên erdheja Wan û Uludereyê ji aliyê dibistana seretayî ya taybet Çağlayan Ufukê ve, li mizgefta Haci Şerifa Muşê hat xwendin.
Bi sedan Muşî û xwendekar li mizgefte amade bûn û beşdarî xwendina mewlûdê bûn.
Hemwelatiyan bi hev re ji Pêxemberê me re salawat anîn û ji bo miriyan dia kirin. Melê mizgeftê jî got ev dia dê me ji tehlukeyan biparêze.
Mele anî ziman ku, ev dia ji bo Xwedê ne û em dixwazin birayên me di nav aştî û yekîtiyê de bi hevre bijîn.