
Li herema Îçkaleyê ya Dîyarbakirê di xebatên kolandina restorasyonê de hestiyên mîrovan hatibûn dîtin û li ser vê yekê serdozgeriya komarê ya Dîyarbakirê, di 11 çileyê de, dest bi lêkolînê kiribû.
Duh ji ber pirsgirekên tendurîstiya karkeran, navber dan kolînan.
Serdozgerêya komerê ya Dîyarbakirê,ji walîtiyê personelên nû xwest.
Vê sibê, dema bi 20 personelên nû ve, dest bi kolînê kirin, 4 hestiyên mîrovên din dîtin.
Her wiha heta niha gihiştin 23 kiloxan.
Hestiyên ku beriya niha hatibûn dîtîn, ji bo testa DNAyê şandibûn saziya tipa dadî ya Îstanbulê.
Piştî kirariyên tipa dadî ji merivên wan mînakên xwinê dê bên standin û ji bo nasnemya wan dîyar bibe dê bidin ber encamêen DNA yê.