
Li Îstanbulê jî şewat derket..li Fatihê agir bi avahîyek darîn ket. Di şewatê de kesek sivik birîndar bû, 2 zarok di nav agirê de ma.. Lê kesên derdorê gihiştin hewara zarokan
Şewat, li Topkapiyê qewimî. Li taxê Koltukçu Tahîrê, lİ maleki ji nişka ve agir bilind bû.
Agir, di demek kurt de belavî ser avahîyê bû.
2 bira di nav şewatê de man lê dema dawî şêniyên taxê gihiştin hewara wan. Her wiha her 2 zarok hatin xilas kirin.
Dapîra zarokan jî di şewatê de sivik birîndar bû.
Agir hat temirandin. Lê bele avahiyê xisarek mezin dît.