Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Li Sûriyê Tevlîhevî

Li Sûriyê Tevlîhevî

23 kes hatin kuştin

Xeberê Payke

Li Sûriyê raperîna gel  û tundiyên li ser gel, salek bû ku  berdewam e.  Di operasyonên artêşa sûriyê  dîsa bi dehan kesî can da. Rejîma esed her diçe tenê dimîne. Herî dawî  serokên eşîrân jî  biryara piştgiriya mûxalefetê dan.

Di operasyonên artêşa sûriyê yên bajarên cûda de bi dehan kes mirin.

Ji bo 3 ciwanên ku roja înê di bûyerên paytext Şamê de mirin merasîmek hat li darxistin.

Di vê merasîma taxa Mezze ya ku avahiyên dewletê û qesra esed jî lê heye,  bi deh hezaran kes beşdarî merasîma cinaze bûn.

Di vê merasîmê de jî artêşa sûrî xwîn rijand, xwest serî li muxalefetê bitewîne.

 Artêşa sûrî gule reşand ser girsê û di bûyerê de kesek mir û gelek kes jî birîndar bû.

Li welat li ser rayderên dewletê yên paye bilind jî êrîş zêdetir dibin.

Li halepê piştî êrîşa li ser endamê meclisa şarederiyê, li îdlîbê jî serdozgerê bajêr û dadgerek hat kuştin.

Piştî tundiya rêveberiya esed eşîretên navdar jî serî rakirin.

Serokê êşîran bi peyamek daxuyandin ku  wê piştgirî bidin mûxalefetê.

Li aliyê din , mûxalefeta sûrî rêxistinek din jî  avakir.

Rêxistina ku hat avakirin ji aliyê 80 kesên hiqûqnas, sîyasetmedar  û  mirovên oldar  yên meclisa parastinê ve hat îlan kirin.

Rêxistin diyar kir ku armanca wan avakirina welatek demoqrat, siwîl  û piranîparêz e.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 19 Şubat 2012 16:51
DÎROKA SAZKIRINÊ : 19 Şubat 2012 16:51
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri