Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Magandayên Serxweş

Magandayên Serxweş

Ciwanekî 17 salî kêr kirin û kuştin

Xeberê Payke

Li Kayseriyê, magandayên serxweş, hovitîyeka mirov pê bawer nake kirin. Ciwanek 17 salî, ji aliyê magandayan ve hate kêrkirin. Ciwanê 17 salî can da, 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li taxa Beyazşehirê qewimî.

Muhammet Özgünê 17 salî, dema bi xwîşka xwe ve vegeriyan malê, rastî tacîza kesên serxweş hat.

Li ser vê yekê, gengeşî derket. Gengeşî jî vegerîya lecê.

Muhammet Özgünê ciwan, ji aliyê ciwanên serxweş ve hate kêr kirin.

Piştî ku xwîşka Muhammet ji derdorê alîkarî xwest, 3 kesên ku  hatin cihê bûyerê jî, ji aliye magandayan ve hatin kêr kirin.

Muhammed Özgün li cîhe bûyerê jîyana xwe ji dest da.

3 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Gumanbar hatin desteser kirin.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 20 Şubat 2012 15:52
DÎROKA SAZKIRINÊ : 20 Şubat 2012 15:52
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri