Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Mihrîcana Berfê

Mihrîcana Berfê

Welatîyan kêfa berfê derxistin

Xeberê Payke

Ercîyesê, ji mihrîcaneka nawnetewî re xwedîmalî kir. Di mihrîcan de ji peykerên berfê bigre heta tîma mehterê gelek çalakî hatin pêşandin. Beşdaran mîhrîcan pirr ecibandin.

Ercîyesa ku ji bo kaşbazîyê cîhekî navdare, cara ewil ji mîhrîcaneka navnetewî re xwedîmalî kir.

Çalaki, bi konsera tîma mehterê ya ku li ser berfê dan ve dest pê kir.

Tîmên kaşbaziyê û paraşûtê yên girêdayî tugaya komandoyê, şênahiyek dîtbarî pêşandin.

Ji bo zarok kêfê bikin, hin stand jî hatine damezrandin. min pireciband.

Peykerên berfê ku ji alîyê peyker traşan ve hatin çêkirin, baleka mezin kişand.

Wezîrê vejen û çawkanîyên sirûştî taner yildiz, vekirina 6 heb tesîsan kir.

Em tesîsên ku malîyeta wan gihişt 60 milyon dolarî  vedikin. ji bo vê em pirr kêfxwaşin.

ji alîyê şaredarîya kayserîyê ve mangal hatin çêkirin û 5 hezar kesan sucuk û nan xwarin.

Di mihrîcanê de qezayeka dilsoj jî pîk hat.

Kaşbazê bi navê Enes Güral, dema tevgerên germbûnê dikir, ji nişkave li ser rampaya berfê ket û birîndar bû.

 Gürol, di  newxaşxaneya  Fakulteya Tipê  ya Zanîngeha Erciyesê  de têye dermankirin.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 20 Şubat 2012 17:07
DÎROKA SAZKIRINÊ : 20 Şubat 2012 17:07
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri