Parçalı Bulutlu
19 Mayıs 2013 Pazar Ankara 26°C Parçalı…
Nimûneyên Şîr Paqij Derketin

Nimûneyên Şîr Paqij Derketin

Wezareta Çandinî û Heywandariyê ragihand ku şîrê dibistanê paqij derketiye. Lijneya zanînê ya ku wezaretê ava kiribû, encama lêkolîna şîr eşkere kir. Li gor vê, di şîrên ku li dibistanan hat belav kirin de tiştekî ku dibe sedema nexweşiyê tuneye.

Xeberê Payke

Piştî projeya “şîrê dibistanê”  hinek xwendekar eciz bibûn û îdiayên   jehrketinê derketibû holê.

Li ser îdiayan wezareta çandinî û heywandariyê ji şîran nimûne girtibû û lêkolînê dabû dest pê kirin.

Ji xeynî vê, ji bo lêkolînê,  lijneya zanînê ya hevpar hatibû avakirin.

Xebat û lêkolîna lijneyê bi dawî bû, li gor daxuyaniya lijneyê,  heta niha di tu nimûneyan de nexweşiyek an dirmiyek an jî mîqroorganizmeyek nehatiye dîtin.

 Di daxuyaniyê de hat dûpatkirin ku hemî qonaxên bernameya şîrên dibistan dê baş werin lêkolîn kirin.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 08 Mayıs 2012 12:06
DÎROKA SAZKIRINÊ : 08 Mayıs 2012 12:06
LÊKE MALPERA XWE :
E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnan: TRT Genel Mdrl Turan Gne Bulvar 06540 Or-An Ankara
tl ykle fatura de vodafone tl ykle avea tl ykle turkcell tl ykle tl ykle
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri