Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Parlementerên Girtî

Parlementerên Girtî

Meclîs wê mehaneya wan bide

Xeberê Payke

Li dîvana serokatiyê ya meclisê biryarek gring hat dayin.

Dîvana serokatiyê biryar da, ku mafên 8 parlemeterên girtî  werin dayîn. Meclîs wê mehaneya parlamenterên girtî jî bide..

 Dîvana Serokatiyê ya meclîsê, di bin serokatîya serokê meclîsê Cemîl Çîçek de kom bû.

Di civînê de biryar hate dayîn ku mehaneyên parlementerên BDPê Gülser Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Selma İrmak û Faysal Sariyildiz, parlementerên CHPê Mustafa Balbay û Mehmet Haberal, parlementerê MHPyê Engîn Alan û parlementerê serbiwxe yê Vanê Kemal Aktaş were dayîn. Heta niha mehaniya parlamenterên girtî di hesabê emanet de gihat girtin.

Parlementerên girtî hemu mafên bingehîn, mehane û xercirehên xwe yên rê dê bikaribin bistînin.

Ji xeynê vê, rawşa girtîbûnê, ji bo nehatina meclîsê wê weke hincet were qebûlkirin.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 23 Şubat 2012 11:14
DÎROKA SAZKIRINÊ : 23 Şubat 2012 11:14
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri