Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Pêşbaziya Sambayê

Pêşbaziya Sambayê

Di navbera dibistanan de lec derket

Xeberê Payke

Li Brezîlyayê coşa qarnavalê di bin siya lecê de ma. Li di qarnavala li bajarê sao pauloyê de, alîgirên  dibistanan pevçûn û bûyer derxistin.

Qarnavala Sao Pauloyê ku di navbera 14 dibistanên sambayê de dewam dikir, bi pevçûn û bûyeran xilas bû.

Xwendekarên dibistanan, cara dawî merasîma derbasbûnê kirin. 

Piştre jî jûriyê, dest bi eşkerekirina puanan kir.

Dibistana sambayê Mosîdade, li pêş diçû.

Lêbelê, di nav temaşevanan de yekî ku encam ne eciband, xwe avêt ser maseya jûriyê, zarfa ku encam têde ye, parçe kir û reviya.

Hin kesên din ku encam ne ecibandin, derdor tevlihev kirin.

Barîyera ewlehiyê, mase, kursî, heta qupaya xelatê jî dan ber behînan.

Wesaîtên ku di merasîmê de hatibûn bikaranîn, hatin şewitandin.

Bûyer, li derveyî qada mersîmê jî dewam kir.

Polîsan, di bûyerê de du kes desteser kirin.

Li gor çapemeniyê, bûyer, ji ber gumana ku 2 endamên jûriyê bertîl standine derketine.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 22 Şubat 2012 11:46
DÎROKA SAZKIRINÊ : 22 Şubat 2012 11:46
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri