
Li navçeya Yüksekovaya Hakkariyê, sodesê dest bi projeyeke nû kir. Di çerçoveya vê projeyê de 80 xwendekar perwerde dibin. Xwendekar, him pêşbaziyê dikin, him jî hînî setrenc û tenîsa masê dibin.
Miduriyeta perwedehiyê ya Yüksekovayê û SODESê dest bi projeyeka nû kirin.
Bi saya vê projeyê wexta vala ya xwendekaran dê tijî bibe.
Kordînatorê projeyê Evliya İliş got di çerçoveya vê projeye de, 40 keçik û 40 kûrik hînî setrenc û tenîsa masê dibin û ji bo vê çi hewcetiya zaroka hebe hatiye kirîn.
Ji bo vê projeyê xwendekar jî pir kêfxweşin û bi xêra vê hînî setrencê dibin.
Proje, di vê mehê de wê biqede û di meha Adarê de jî, pêşbazî wê were kirin.
20 dibistanên navçeyê beşdarî vê projeyê wê bibin û wê têkevin pêşbaziyê.
Xwendekar him hînî lîstikan dibin û him jî ji bo pêşbaziyê amadehiyê dikin.