Parçalı Bulutlu
20 Mayıs 2012 Pazar Ankara 24°C Parçalı…
Qanûna Întîbakê

Qanûna Întîbakê

Pêşnûma ji qomîsyonê derbas bû

Xeberê Payke

Pêşnûmaya qanûna întîbakê di qomîsyona bûtçeyê ya meclîsê de hat qebûl kırın. Li gor vê mehaneyên kesên ku berîya sala 2000an teqawîd bûne, di navbera 10 û 350 lîrayê de wê zêde bibe...di vê navberê da para hevkarîya ku jı dermanê tê standin jî wekê berê nîne...

Pêşnûmaya ku di mehaneyên teqawîdan de neheqîyê ji holê radike, ji qomisyona plana bûtçeyê ya meclîsê derbas bû. Hevdîtin nêzî 6 seetan devam kir. Qomîsyonê ewil rapora binqomîsyonê ya derbarê pêşnûmayê girt dest. Paşê jî li ser pêşnûmayê guftugo kir.

Li gor pêşnûmaya hat qebûl kirin, mehaneyên kesên ku berîya sala 2000’an teqawîd bûne wê bibin mîna mehaneyên kesên ku di çileya 2008an de teqawîd bûne.

 Dema ev pêşnûma têkeve rewacê, mîlyonek û 913 hezar teqawîdên sskyê û 12 hezar û 184 teqawîdên Bağ-Kurê dê ji vê veraskirinê sûd werbigrin.

Mehaneyên teqawîdên mewzû behs dê navbera 10 û 350 lîra yê de zêde bibe.

mehaneyên kesên ku berî 2000an de teqawîd bûne û mirine jî dê li xizmên wan werin dayîn.

Di dema hevdîtinan de  lı ser pêşniyara parlmenterê ak partiye Süreyya Sadi Bilgiç di para tevkarîya ku ji dermanan tê standin de jî guherîn pêk hat.

Li gor kanûna heyî ji sedî 10 û 20 para tevkarîyê  dihat standin. Lê li gor geherînê para tevkarîyê ji sedî 1 û 20 dê were standin.

Her wiha kesên ku bi mecbûrî dermanên bûha bikartînin, dê para tevkarîyê di rêjeya herî jêr de bidin.

Tê çaverê kirin ku pêşnûma di hefteya pêşme de di komcivîna tevahî ya meclîsê de dê were giftigo kirin.

DÎROKA LÊKIRINÊ : 23 Şubat 2012 10:32
DÎROKA SAZKIRINÊ : 23 Şubat 2012 11:28
LÊKE MALPERA XWE :

E-posta: trtxeber@trtxeber.com   •   Telefon: +90 312 463 49 60   •   Navnîşan: TRT Genel Müdürlüğü Turan Güneş Bulvarı 06540 Or-An Ankara
Nette Beyaz.Net Sunucu Hizmetleri