
Nota qrediyê ya Yewnanîstanê bi carekê 2 puan daket. Saziya derecekirina qrediyê fîtchê, notê Yewnanîstanê ji ccc’yê daxist c’ye. Di parlementoya Yunanistanê de dengdana pakêta tevdîran jî sibe dê bê kirin.
Hikûmeta Yewnanistanê bi yekitiya Ewrupayê û bi fona pera ÎMFê re li hev kir.
Piştî peyama ku hate îmze kirin êdî tê gotin navê Yunanistanê, bûye ewronistan. Li gor lihevkirinê wê ji sedî 53yê deynên Atinayê bê jêbirin. Bi ser de jî qrediya 130 milyar Ewroyî jî wê can bide aboriya Yewnanistanê ya lawazketî.
Encax divê ewilî meclîsa Yewnanistanê rapora teserufê a ku hikûmetê amade kiriye, erê bike.
Serokwezîrê Yewnanistanê Papadimos dest nîşan dike ku xeynî vê rêya xelasiyê tune ye.
Bi tenê behn stendinek maye ku em tune bibin. Eger pêşnuma neyê pejirandin serencameke pirr xirab li pêş me ye. Wê asta jiyana me bêtir dakeve û zû an dereng emê mecbur bimînin ku ji devera Ewroyê derkevin. Tu perê me namîne ku em pê benzîn an dermana bikirin.
Hikûmet niha ji ber ku lihevkirinek çêbûye pirr dilxweş e. Yunanistan difikire ku di civîna wezîrên darayî ya 14 saetî de ji yekitiya Ewrûpayê zêdetirî daxwaza xwe stendiye..
Lê belê dema peyman ket rewacê serdestiya aborî ya Yewnanîstanê dikeve destê yekitiya Ewrûpa û İMFyê. Yanê li gor ramanekê Yewnanîstan wê xwe bispêre Saziya Îdareya deynan a vê heyamê.
Li gor mekanîzmaya ku tê pêşdîtin wê heya dawiya salê têkeve rewacê wê hemû hatiniyên Yunanîstanê li hewzekê kombibin û li gor diyarkirina endamên Îdareya deynan wê bê xerc kirin. Bêguman deynê derve wê di rêza ewil de cih bigrin.
Peymana ku li gor deshilatiyê fersendeka dîrokî ye, li gor muxalefetê xwekujî ye
Sendikayên kedkar û karmendan ji niha ve banga çalakiyê dikin. Di kolanên Atînayê de tevdîrên berfireh tên stendin