
Ev çend rojên peşîya me, bi tav wê derbas bibe.
Piştre jî, li hin deran dîsa berf wê dest pê bike.
Berf, hewaya sar û rêyên girtî…
Hefteya borî Türkiye yê çilehişkek mezin derbas kir. Lê vê hefteyê tav rûyê xwe dê nişan bide.
Dîsa jî mirov divê bi van rojên bi tav, nexepê. Germahîya hewayê, di vê hefteya peşîya me de, li herêma navîn û rojhilatê di nava 3-5 pileyan de wê dakeve.
Lê li herêmên rojava, ligel tavê, germahi 2-4 pile wê zêde bibe.
Roja dûşemê li hemû welêt, hewa bi tav e.
Bi tenê, li devera navîn a Rojhilata Behra Reş şilopî heye.
Roja sêşemê li welat baran tune ye lê, bi teybetî jî li herêma hundirîn, di seatên sibehê da mij heye.
Nava hefte jî, li herêma navîn a Behra Reş, bi taybetî jî li derdora Bartinê û Sinopê berf tê payîn.
Roja çarşemê jî, li rojava Antalyayê, derdorên Muğla û Aydinê bi sivikahî baran dê bibarê.
Roja îne jî, li navîn û rojava Behra Reş, bi taybetî jî li İstanbul, li Bursa û Sakaryayê baranê gij heyê.
Li peytext Ankarayê roja îne dîsa berf heyê.
Rayedaran hîşyarî da ku seranserê vê hefteyê li hemû herêman xetereya qeşayê heye, divê ajotvan, baldar bin.
Lazime ku cotkar jî, li hember qeşayê tevdîrên xwe bistênin.
Li bilindahiya rojhilata navîna Behra Reş, rojhilata Anatoliya bakur û deverên zêdetir berwar talûkey aşîte heyê. Divê hemû kes baldar bin.