
Alîkarê Serokwezîr Bulend Arınç, Wezîrê Gida Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Wezîrê Darayiyê Mehmed Şimşek beşdarî rojeva taybetê bûn.
Qordînatorê TRT 6 ê Fethullah Kırşan ewilî nirxandinên weziran yên derbarê weşanên TRT 6ê de ji mêvanên xwe pirsî.
Bülend Arınç destnîşan kir ku di warê serbestiya weşana kurdî de serbestiyek çêbûye û wê firehtir jî bibe.
Wezîrê Gida Çandinî û Ajaldariyê Eker jî di pêkanîna zimanek hevpar de behsa giringiya weşana televizyonê kir û TRT 6 di vî warî de wek dibistanekî binav kir.
Wezîrê Darayiyê Şimşek jî, bi kurmanci got ku bi taybetî hin bernameyan temaşe dike.
Kırşan piştî van nirxandinan jî derbarê rojeva Tirkiyeyê û herêmê de pirsen xwe li mêvanan kir.
Bülent Arınç derbarê axaftina xwe ya li rûniştina bûtçeyê nirxandinên nû kir û behsa xebatên makezagona nû kir.
Mehdî Eker projeyên li herêmê bi taybetî jî li Diyarbekrê hatine kirin û tên kirin vegotin.
Wezirê Darayî Mehmet Şimşek pereyên di projeyan de hatine xerckirin û rêjeya wan ya di bütçeye de anî ziman.