
Li libyayê par, di 17’ê sibatê de serhildana gel dest pêkiribû û di dawiyê de şoreş bi serfiraziyê qediyabû. Li welat salvegera şoreşê bi kêf û coşê hat pîroz kirin.
Bi hezaran kesî guh neda hewaya sar û daketin qadan. Bi hev re sirûda netewî ya libyayê xwandin û çalakiyên kêfxweşiyê lidarxistin.
Fîşekên esmanê hatin avêttin. Keştiyên li benderê jî bi sîrenên xwe deng dan pîrozbahiyan.
Rêberên dinyayê û Sekterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon peyamên serkeftinê weşandin.
Ban ki moon di peyama xwe da dest nîşan kir ku Libya bi kedek mezin vegeriya rewşek demokratîk û par tu kesê bawer nedir ku tiştek wisa pêkwere. Ji bo vê ez wan pîroz dikim.
Libyayiyan bi hev re salvegera şoreşa dewleta xwe bi kêf û coş pîroz kirin.