
Di dawiyê da strana Tirkiyeyê ya Eurovisionê eşkere bu..bi rojane ku her kes mereq dikir gelo kijan stran wê bibe.? Can bonomo, di pêşbazîya 57. Ya Eurovisionê da, welatê me bi strana "love me back" wê temsîl bike.
Can Bonomoyê ku di pêşbazîya strana Eurovisionê de dê me temsil bike, strana xwe ya ku ev demek bû dihat mereq kirin, li ser ekranên TRTê di weşana zindî de got.
Strana Eurovisionê ya Tirkîyeyê, "love me back", di bernameyeke taybet, ya ku li stüdyoya TRT’ê, ya Tepebaşiyê hat weşandin de, hat eşkere kirin.
Nûnerê me Can Bonomo ewil stranên xwe yên navdar got. Paşê jî strana Eurovisionê ya Tirkîyeyê got.
Can Bonomoyê ku bi heyecan bû, bi strana xwe ya ku bi xwe nivîsîye, û deng da ye gelek hat ecibandin.
Pêşbirka 57. Ya Eurovisionê, di meha gûlanê de li azerbaycanê dê were saz kirin. Niha hemû tirkîye û Can Bonomo li benda wê rojê ne.