
Berf li hinek deran dibe çile, li hinek deran jî dibe kêf. Kesên ku daxazin kêfa berfe derxin, diharikin tesîsên kaşê.
Ji cihan yek jî, li nêzî navçeya sivriceya Elaziğê heye. Tesîsên xwe kaş kirinê ya Hazar Baba, eleqeyek mezin dikşîne.
Ligel temaşeya golê, kêfa kaş kirinê, kêfeke bêhempa ye. Tesîsa Kaşûnê ya Hazar Baba, 35 km dûrî Elaziğe ye. Dirêjahiya pistê, nêzî hezar û 500 metrê ye.
Îsal bilindahiya berfe, gihişt 120 santîmetreyê û kêfa xemxurên kaşûnê, qat qat zêde bû. Bi taybetî jî dawîya heftêyan, yên ku li kêfa berfê digerin, diherikin tesîsa kaşûnê ya Hazar Baba ye.
Ciheke pir xweş e. Yanî ji bo Elaziğe, nîmeteke neyê dîtin e. Ligel zar û zeçên xwe; em hatin vir. Bila her kes jî were ve derê.
Derdor pir baş e. Em ji bo ku, dawiya heftê derbas bikin, hatin vira. Em li vê tesîse demên pir xweş derbas dikin.
Tesîsên kaşûne ya Hazar Baba, tenê ne ji şêniyên Elaziğe, ji bajarên derdorê jî eleqê dikşîne. Ew ku teçîzate kaşûne tune ye, dikana li tesîse deman bike.
Li tesîse, kesên ku kêfa berfê derdixin, li hember menzereyek xweşiktir jî, seyranê dikin.