
Li Maltepeya Îstanbule , trimbêlek ji ber nebaldariya ajotvan ji qontrolê derket û firrî newalê. Piştî qezayê ajotvan di trimbêlê de asê ma. Wazîfedarên agirkujê, ji bo xelas kirina ajotvan, demek dirêj xebitî.
Li Maltepeya İstanbulê , ajotvanekî dîreksîyon ji deste xwe filitand û tevî trİmbêlê ji 10 mîtro bilindiyê firr newalê.
Li ser ixbarê polîs, tîma agirkujê û tîma tendurîstiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî xebatên dirêj ajotvanê ku di wesaîdê de asê ma, hat xilas kirin.
Bi zor û zehmetî birîndar, ji newala robarê hate derxistin û bi ambûlansê ew rakirin nexweşxaneyê.
Şêniyên taxê diyar kirin ku di mehekî de 4 wesaîd firiyane vê newalê.
Di mudaxaleya me ya ewil de hinek deng jê dihatin. Nîv seet paşê, dengê wî sekînî û ji xwe çû. Gelo ne hewcebû ku tevdîr bihata girtin, di mehekê de ev 4 wesaîd in ku difirin newalê.