
Stüdyoya Diyarbekirê ku di sala 1993an de weşana ewil kir, di sala 2011 de xistin plana nûkirinê. Studyo di demsala xwe ya 50. De gihişt taybetiya HD yê. Ji bo vê yeke jî 3 milyon û 373 hezar pere hat xerc kirin. Ji pergala ronahiyê heta rejiye, ji serî heta binî hat nû kirin. Ev stüdyo bêyî tu mesrefî dikarê xwemaliya her cure bernameya bike.
Di stüdyoya Diyarbekir de bi 47 xebatkarên xwe , ji TRT 6ê re 11 bername tên çêkirin. Ji wan 7 zindî ne. Ji bilî van ji qenalên din yên TRTê re daîm bername tên çêkirin. Di meha Sibatê de wesaîta weşana zindî wê ji miduriyeta Diyarbekir re bê şandin. Bi vê gavê weşanên ji herêmê wê bigihîjin asta herî bilind.
Merasîma vekirina Studyoya HD ya Diyarbekir, sibe bi beşdarîbûna alîkarê Serokwezîr Bulent Arinc, wezîrê Darayê Mehmet Şimşek û wezîrê Çandiniyê Mehdi Eker ve seet 14: de wê bê kirin.
Piştî merasîma vekirinê her sê wezîr wê beşdarî bernameya TRT 6 ya zindî bibin û derbarê mijarên di rojevê de, wê daxuyaniyên girîng bidin.
Bernameya Rojev Aktuel sibe seet 15:00an de zindî wê li ser TRT 6ê be. Bername wê bi didu zimana bê weşandin.